KCDK-E’yê peyam ji bo cejnê da
KCDK-E’yê bi peyamek nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir.
KCDK-E’yê bi peyamek nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyan a Ewropayê (KCDK-E), bi peyameke nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir.
Daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E’yê wiha ye: “Erdoganê dîktator û desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku Tirkiye û Kurdistan kirine cihê qetliamê, hêj jî li Şengal, Başûr û Rojava anku li hemû Kurdistanê êrîşan dikin.
Kurd, wê bi sekina xwe ya rûmetyar, bi ruh û kevneşopiyên xwe yên bi piştevanî, cejnê bikin wesîleya aştî û piştevaniyê. Li dijî gefên dagirkirinê ku li Kurdistanê berdewam in, divê em ji berê bêhtir li yekitiya xwe ya neteweyî bibin xwedî.
Em KCDK-E, bi hêviya ku bi vê cejnê ji bo gelê me û mirovên bindest azadî, wekhevî, xwişk û biratî, demokrasî û edaletê çêbibin, di serî de Kurd, dibêjin bila li hemû mirovahiyê pîroz be. Me hêvî ew e ku vê cejnê piştevanî û parvekirin zêdetir bibin.”