KCDK-E'yê kongreya xwe ya 6'emîn lidar xist
KCDK-E'yê bi dirûşma 'Avabûna civakî' kongreya xwe ya 6'emîn lidar xist. Di kongreyê de hate destnîşankirin ku armanca bingehîn azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
KCDK-E'yê bi dirûşma 'Avabûna civakî' kongreya xwe ya 6'emîn lidar xist. Di kongreyê de hate destnîşankirin ku armanca bingehîn azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Kongreya Civaka Demokratîka Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ku sîwana herî bilind a saziyên Kurdistaniyên li Ewropayê ye, bi beşdariya 180 delegeyan di navbera 4-7'ê Tîrmehê de kongreya xwe ya 6'emîn lidar xist.
Di daxuyaniya KCDK-E'yê de hate gotin, "Kongreya me ku weke kongreya avakirina civakî pêk hat, bi dirûşma 'Bi felsefeya Rêber Apo em bi hev re ava bikin, bi hev re bi rê ve bibin' pêk hat û diyarî Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer, Abdûrrahman Kizil ên 23'ê Kanûna 2022'an li Parîsê hatin qetilkirin û fermandarê mezin Fazil Botan hate kirin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di kongreyê de weke rojeveke taybet hate nirxandin û hate gotin, "Ji 28 mehan û vir ve agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Cezayên dîsîplînê yên kêfî, astengkirina hevdîtinên malbatê û parêzeran, bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî kiryarên nehiqûqî yên li Îmraliyê rewşeke welê ye ku li cîhanê mînaka xwe nîne. û sedema yekane ya vê yekê jî fikrên Rêber Apo û dijminatiya li Kurdan e ku di şexsê wî de tê kirin. Hêzên modernîteyê sed sal in piştgiriyê didin polîtîkayên îmha û înkarê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd. Lê belê tevî van hemû kiryaran jî fikrên Rêber Apo her roj hîn bêhtir li cîhanê belav dibin, di serî de jin û ciwan ji bo civakan û baweriyên li cografyayên cuda dibe hêvî."
'ARMANCA ME YA BINGEHÎN AZADIYA RÊBER APO YE'
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kongreya me azadiya Rêber Apo ji bo hemû pêkhateyên KCDK-E'yê weke armanca bingehîn destnîşan kir û li gorî vê yekê jî plansaziya kar kir."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kongreyê karên salekê bi perspektîfa avakirina civakî bi berfirehî nirxand hate destnîşankirin ku weke bersiva li azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryar hate dayin ku bi perspektîfa neteweya demokratîk projeyên civakî bêne avakirin û li ser vê bingehê di çarçoveya komun, meclîs, kooperatîf û akademiyan de civak bê perwerdekirin û birêxistinkirin.
Hate ragihandin ku bi vê armancê biryar hate dayin ku di serî de qadên perwerde, ekolojîk, spor, dîplomasiya gel, çand, aboriya komunal ji bo bersiv ji pêwîstiyên civakî re bêne dayin proje bêne avakirin û civak di çarçoveya neteweya demokratîk de bê perwerdekirin û birêxistinkirin.
Li gorî daxuyaniyê, sala nû ya têkoşînê bi berfirehî hate plankirin û Desteya Rêveber a KCDK-E'yê bi beşdariya nûnerên komîteya neteweyî ya demokratîk û Hevserokên li welatan hate xurtkirin û jinûve hate hilbijartin. Di heman demê de endamên Dîwana KCDK-E'yê, endamên Desteya Dîsîplînê û Desteya Kontrolê hatin hilbijartin.
Di daxuyaniyê de kongre li gelan, mirovahiyê û hemû pêkhateyên KCDK-E'yê hate pîrozkirin.
Di kongreyê de ji bo Hevserokatiya KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever hatin hilbijartin.