KCDK-E'yê ji bo Dag û Er banga çalakiyan kir

KCDK-E'yê bi bîr xist ku Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên 56 roj in di greva birçîbûnê de ne û ji ber vê yekê ji bo çalakiyên 14'ê Tîrmehê yên li Ewropa, Awûstralya û Kanadayê banga tevlîbûnê kir.

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bang li raya giştî û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên ji 23'ê Tîrmeha 2019'an û vir ve li Hewlêrê dgirtî ne û ji bo şermezarkirina darizandina ji ber sûcekî ku nekirine di greva birçîbûnê de ne, li pêş çavên cîhanê ji mirinê re hatine hiştin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku herdu girtiyên Kurd di nava şert û mercên giran de hewl didin bijîn û li girtîgehê bi her awayî zextên li dijî mirovahiyê li wan tê kirin.

KCDK-E'yê xwest ku jiyana Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er bê parastin, destûr ji hevdîtina malbat û parêzerên wan re bê dayin û tavilê bêne berdan.

Lewma di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku xwedî li daxwazên Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er derkevin.

KCDK-E'yê diyar kir ku li Ewropa, Awûstralya û Kanadayê wê roj 14'ê Tîrmehê, li ber Serkonsolosxaneyên Iraq, Başûr û nûnertiya UNO çalakiyên şermezarkirinê lidar bixin û banga tevlîbûnê li gel kir.