KCDK-E’yê bertek nîşanê valakirina Kampa Lavrîoyê da

KCDK-E’yê bertek nîşan ku çima Kampa Lavrîoyê bi zora polîsan hatiye valakirin û bang li hikûmeta Yewnan kir ku dev ji pêkanînên wiha berde.

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî yên Ewropayê, bertek nîşan da ku çima Kampa Lavrîoyê ku bi salan şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî lê mane, bi operayoneke bi tevlêbûna bi sedan polîsan 5’ê Tîrmehê hatiye girtin.

KCDK-E’yê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kirine:

“Beriya Civîna NATO’yê ku wê 11-12’ê Tîrmehê li dar bikeve, Kampa Lavrîoyê ya dîrokî ya li Yewnanistanê ku penaberên Kurd lê diman bi zorê hat girtin. Rêxistinên civakî yên sivîl ên Yewnan jî ev biserdegirtin şermezar kir. Di merheleya bazariyê de ku dewleta Tirk û NATO bi hev re dikin, girtina kampê bi zorê, gelek balkêş e. Li ser navê bipêşvebirina têkiliyên hikûmeta Yewnan a rastgir bi Tirkiyeyê re ji nû ve, kamp hat valakirin.

Êrîşa bi ser Kampa Lavrîoyê de ku bi salan malovanî ji şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî re kiriye, nabe ku mirov qebûl bike. Em KCDK-E, vê helwesta hikumeta Yewnan şermezar dikin û bang dikin ku demildest dev ji pêkanînên wiha berde.”