KCDK-E’yê banga tevlêbûyîna Meşa Mezin a Lozanê kir
KCDK-E: Me bang li gelê me ew e ku di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de bi ruhê seferberiyê yê neteweyî tev li meşa mezin a ku wê 22’yê Tîrmehê li dar bê xistin bibe.
KCDK-E: Me bang li gelê me ew e ku di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de bi ruhê seferberiyê yê neteweyî tev li meşa mezin a ku wê 22’yê Tîrmehê li dar bê xistin bibe.
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî yên Li Ewropayê (KCDK-E), bi sernavê ‘’Em peymana qirkirinê ya Lozanê ku bi destên hêzên navneteweyî di 24’ê Tîrmeha 1923’an de hatiye îmzekirin nas nakin’’ daxuyanî weşand û banga tevlêbûna meşê kir ku wê 22’yê Tîrmehê roja Şemiyê li Lozanê bê lidarxistin.
Daxuyanî wiha ye: ‘’Peymana Lozanê ku di navbeyna Îngilistan, Fransa û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin, werçerxeke dîrokî ye ku pê rê li ber qirkirina Kurdan vebûye. Fermiyeta avabûna dewleta netewe Komara Tirkiyeyê ye ku sed salan gel qir kirine. Helbet hêzên li pişt vî planê qirkirinê, hêzên kûreyî ne.
Peymana Lozanê, navê fermîbûyî yê înkar û qirkirina Kurdan e. Bi vê peymanê di ser hemû parçeyên Kurdistanê re bi awayekê sîstematîk li êrîşên qirkirinê hatiye dewamkirin. Fikirên Rêber Apo pê rê li ber temamkirina qirkirinê hatiye girtin û vîna bi milyonan kesan e, bûne hêza çareseriyê, ev plan hemû ser û bin bûne. Bi saya vê têkoşînê hişmendiya neteweyî bi Kurdan re çêbûye û Kurdan li ber xwe daye û rêya yekbûnê vekiriye. Kurd ku bi hêzaran şehîdên xwe li dijî planê qirkirinê yê Lozanê yê bi sed salan bûye xwedî vîn, vê peymanê nas nakin. Kurd bi berxwedana xwe bûne xwedanên wê hêzê ku Peymana Lozanê pûç bikin.
Em KCDK-E, bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê seferberiya neteweyî tev li meşa mezin ku wê roja 22’yê Tîrmehê li dar bikeve, bibin.’’
MEŞA LOZANÊ
22’yê Tîrmeh sala 2023’yan roja Şemiyê
Saeta civînê: 11.30
Saeta destpêkirinê: 13.00
Cih: Place de la Navigation, Lozan, Swîsre