KCDK-E: Heta rewşa Abdullah Ocalan were zelalkirin, em li qadan bin

KCDK-E'yê got, "Em bang li gelê xwe dikin ku heta derbarê tenduristî û ewlehiya Rêber Apo de agahiyên zelal were bidestxistin, em li qadan bin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Kongreya Gel a Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) de hate gotin “Gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û raya giştî ji bo tenduristî û ewlekariya Rêber Apo dixwazin bi lezgînî agahiyan bistînin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin

"Tê zanîn ku gelê me û hêzên demokrasiyê ji bo tenduristî û ewlekariya Rêber Apo gelekî hestiyar in. Em bang dikin ku heta agahiyên zelal der barê tenduristî û ewlehiya Rêber Apo de were bidestxistin, em têkoşînê mezin bikin.

Rêber Apo herî dawîn di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîbû û niha tu agahî jê nayê stendin.

Ligel ku parêzeran bi dehan caran ji bo biçin giravê serlêdan kirin jî, dewleta Tirk a faşîst destûrê nade hevdîtina li Îmraliyê. Ev helwesta dewleta Tirk a qirker, fikarên gelê Kurd û dostên wan zêde dike. Gelê me dixwaze derbarê tendirustî û ewlekariya Rêber Apo bi lezgînî agahiyan bistînin.

Her wiha tê ku dewleta Tirk û rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê yên bênav û bênavnîşan dane Rêberê gelan Abdullah Ocalan.

 Di van şert û mercan de ku bi Rêber Apo re têkilî nayê dayîn û der barê tenduristî û jiyana wî de agahî nayên stendin.Gefên jehrîkirin û mirinê jî fikarên me derxistiye asta herî jor. Rêber Apo her roj rastî zext, gef û êşkenceyên dewleta Tirk a faşîst tê.

Tehdîd û tecrîda girankirî ya di şexsê Rêber Apo de, li ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê veguheriye qirkirinekê. Nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo nêzîkatiya li hemberî tevahî gelê Kurd e. Ji ber vê yekê şaş e ku tecrîd bi tenê li dijî Rêber Apo were dîtin.

Divê em tecrîda li ser Rêber Apo weke tecrîda li ser gelê Kurd bibînin û têkoşînê mezin bikin. Divê teqez em vê pêla êrîşên qirkirinê yên li dijî vîna xwe û pêşeroja xwe bişkînin. Bêguman nêzîkatiya normaldîtinê wê qirkirina li ser gelê Kurd kûrtir bike. Rêber Apo di van şert û mercên giran ên tecrîdê de bi berpirsyariyeke dîrokî têkoşîneke mezin dimeşîne."

Em ji jiyan û tenduristiya Rêber Apo bi fikar in û em bang li saziyên navneteweyî bi taybetî jî Konseya Ewropa û CPT’ê dikin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Em KCDK-E em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dijîn, dostên xwe yên şoreşger, demokrat, rewşenbîr dikin ku bertekên bi bandor nîşan bidin, saziyên navneteweyî hişyar bikin û dakevin qadan.

Werin em bi berxwedana xwe li dora Serok Apo xelekekê ava bikin, ji bo azadiya wî dakevin qadan."