‘Ji bo sed salên din jî Kurdan qetil bikin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin’

Di Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY'ê ya li Cenevreyê de bertek hat nîşandan ku çima kampa Lavrîo hatiye valakirin û bang ji bo tevlebûyîna meşa navendî hat kirin ku wê 22’yê Tîrmehê li Lozanê bê lidarxistin.

Li Cenevreyê ku bajarekê Swîsreyê ye, di çarçoveya pêngava ‘’Dem dema azadiyê ye’’ de, ji 21’ê Çileya sala 2021’an ve çalakiya rûniştinê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) a Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî, bi bîr xist ku salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê nêz e û got ku ji bo sed salên din jî li qetilkirina Kurdan bê dewamkirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin.

Çelebî her wiha bertek nîşan da ku çima Kampa Lavrîo ya li Yewnanistanê hatiye valakirin û banga tevlêbûyîna meşa navendî kir ku wê 22’yê Tîrmehê li Lozanê bê lidarxistin.

Piştî axavtina Çelebî, girseya çalakger pişta xwe da avahiya NY’ê û dest bi çalakiya rûniştinê kir.