Ji bo rûniştina doza 15 rojnamevanan bang hat kirin
Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê, li Swîsreyê têkîldarîê rûniştina doza 15 rojnamevan ku wê sibê bê kirin, bang li meqamên Tirk kir ku rêzê ji mafên rojnamevanan re bigirin.
Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê, li Swîsreyê têkîldarîê rûniştina doza 15 rojnamevan ku wê sibê bê kirin, bang li meqamên Tirk kir ku rêzê ji mafên rojnamevanan re bigirin.
Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê, li Swîsreyê têkîldarî rûniştina doza 15 rojnamevanên ku 13 meh berê ji ber xebatên xwe yên pîşeyî li Amedê dîl hatin girtin, wê sibe bê kirin, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de bang li meqamên Tirk hat kirin ku rêzdar be ji mafên rojnamevanan re û tavilê wan serbest berdin û bang li hemû rêxistinên rojnamevaniyê hat kirin ku bi hevpîşeyên xwe re bibin piştgir.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rûniştina dozê ku tê payîn sibê bê kirin, ne tenê mijareke herêmî, ezmûneke gerdûnî ya dilsoziya bi nirxên azadiya derbirînê ye û wiha hat gotin: “Em baweriyê bi giringiya parastina azadiya rojnamevaniyê tînin.”