Ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan 80 hezar îmze pêşkêşê Swîsreyê hatin kirin
Ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan ku çeteyên DAÎŞ’ê kir, 80 hezar îmze pêşkeşê Konseya Federal Swîsreyê hatin kirin.
Ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan ku çeteyên DAÎŞ’ê kir, 80 hezar îmze pêşkeşê Konseya Federal Swîsreyê hatin kirin.
Ji bo hikûmeta Swîsreya qirkirina Êzidiyan ku çeteyên DAÎŞ’ê meha Tebaxê ya sala 2014’an kir, nas bike 80 hezar û 927 îmze hatin berhevkirin. Îmzeyên hatin berhevkirin, ji aliyê Parlamenterê Parlamenteya Neteweyî ya Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Roger Nordman, Parlamentera Parlamentoya Neteweyî ya Keskan Natalîe Îmboden û komeke ji kesan pêkhatî ku şahidê hovîtiya DAÎŞ’ê ne ve, pêşkêş Konseya Federal a Swîsreyê hatin kirin.
‘BI NASKIRINA QIRKIRINÊ WÊ RÊ LI BER QETLÎAMÊN DIN BÊ GIRTIN’
Di daxuyaniyê de ku li ser navê komê hat dayîn, bang ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan hat kirin. Hat bibîrxistin ku tiştên DAÎŞ’ê bi Êzidiyan hatine kirin, di çarçoveya qirkirinê de ne. Hat destnîşankirin ku ger qirkirin bê naskirin wê rê li ber qirkirinên din bê girtin.
15 PARLAMENTERAN BANG LI KONSEYA FEDERAL KIR
Parlamenterên Parlamentoya Neteweyî Fabîan Molîna, Mûstafa Atici, Brîgîtte Crottaz, Laûrence Fehlman Rîelle, Frîedlî Claûdîa, Barbara Gysî, Martîn Landolt, Angelîna Moser Tîana Martîna Mûnz, Jon Pûlt, Ûrsûla Schneîder Schuttel, Prîska Seîller Graf, Lîlîan Stûder, Nîcolas Walder, Celîne Wîdmer, bi pêşniyaznameyekê bang li Parlamentoya Neteweyî kir ku sûcên qirkirinê ku DAÎŞ’ê li Êzidiyan kirine, nas bike.
Di pêşniyaznameyê de ev tişt hatin diyarkirin:
‘’Swîsre vê qirkirinê nas bike, pariyek be jî wê edalet ji bo mexdûran bê pêkanîn û di heman demê de wê li gor hiqûqa navneteweyî wê di warê şopandina cezayî têkoşîna li dijî necezakirinê de soz bê dayîn. Bi naskirina qirkirina Êzidiyan, wê rê li ber sûcên wiha bê girtin.’’