Ji bo Mahmût Yilmaz wê merasîmek bê lidarxistin

Mahmût Yilmaz ku di nava civaka Kurd a li Elmanya de dihate hezkirin û salên dûr û dirêj ji bo gelê Kurd têkoşiya, jiyana xwe ji dest da. Ji bo Yilmaz wê îro merasîmek bê lidarxistin.

Welatparêzê Kurd, kedkarê salan Mahmût Yilmaz, li bajarê Munchen ê Elmanyayê di nava şert û mercên sirgûnê de nekarî xwe li zextên dewleta Elman rabigire û Şemiya derbasbûyî jiyana xwe ji dest da. Sala 1981'ê ku hingî 17 salî bû, li Elmanyayê hat gel bavê xwe yê ku xebatkar bû. Mahmût Yilmaz zewicî û bavê çar zarokan bû.

Yilmaz di dema darbeya 1980'î de hat bajarê Munchen ê Elmanyayê, piştî ku hat Elmanyayê li pêşberî êşkence û komkujiyên li Tirkiyeyê xemsar nema û tevlî çalakiyan bû.

Yilmaz ku ji ber çalakiyeke dagirkirina komeleyê sala 1996'an 2,5 salan li girtîgeha Elmanyayê hate hiştin, di navbera salên 1999 û 2000'î de rêveberî ji YEK-KOM'ê re kir.

Ji bo Yilmaz wê îro li Komeleya Elewiyan a Munchenê merasîma cenaze bê lidarxistin. Cenazeyê Yilmaz piştre wê ji Stenbolê re bê şandin û li gel gorên dayik û bavê xwe bê veşartin.