‘Ji bo ji Lozanê re bibêjin na, em biçin Lozanê’
Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç ku di çalakiya li ber avahiya NY’yê ya Cenevreyê de axivî, banga tevlêbûna meşa girseyî kir ku wê bi boneya salvegera Peymana Lozanê 22’yê Lozanê bê lidarxistin.
Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç ku di çalakiya li ber avahiya NY’yê ya Cenevreyê de axivî, banga tevlêbûna meşa girseyî kir ku wê bi boneya salvegera Peymana Lozanê 22’yê Lozanê bê lidarxistin.
Çalakiya rûniştinê ya bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’e ta bi niha her roja Çarşemiyê li ber Avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, berdewam e.
Vê hefteyê, bi boneya salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ji bo bibîranîna şehîdên Rojava bi deqeyekê rêz hat girtin.
Siyasetmedar Yuksel Koç ku li ser navê Komîteya Lozanê ya li dijî Peymana Lozanê axivî. Koç, silav li Şoreşa Rojava kir û got ku divê her kes dengê xwe ji tecrîdê re bike. Yuksel Koç anî ziman ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser asasê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîtîkayên qirkirinê pûç kirine û di der heqê Peymana Lozanê de wiha axivî: ‘’Bingeha Qetlîama Geliyê Zîlan, Agirî, Koçgirî, Mahabad û Helebçeyê, valakirina gundan salên 90’î, Peymana Lozanê ye. Têkoşîna Rêber Apo bi çend hevalên xwe re di salên 1970’yî de dest pê kiriye, gihîştiye bi milyonan kesan. Dewletên ji heqê vê têkoşînê dernakevin, bi girankirina tecrîdê li ser Rêber Apo, dikevin hewila gihîştina encamê. Sekinandina qirkirina li Kurdistanê, bi rakirina tecrîdê ji ser Rêber Apo ye. Kurd li her derê ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe didin. Gelên Kurdistanê vê peymanê qebûl nakin. Lewma meşa ku wê 22’yê vê mehê li Lozanê bê kirin, pir û pir giring e. Kurd divê vê çalakiyê wek erkeke neteweyî bibînin.’’
Piştî axavtina Yuksel Koçê, girseyê dirûşme berz kirin, pişta xwe da NY’yê û çalakî berdewam bû.