Li Bîelê ku bajarekê Swîsreyê ye, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) meş hat kirin.
Bi banga KCDK-E’yê, Kurdistanî û dostên xwe ku ji Bern û Freiburgê hatin, ji Bîel Bahnhofplatzê heta bi Zentralplatzê meşiyan.
Di daxuyaniyê de ku li ser navê rêxistinên ciwanan hat dayîn, wiha hat gotin: ‘’Gelê me û hêzên me, di mijara tenduristî û ewlehiya Rêber Apo de hesas in. Me bang ew e ku ta agahî ji Rêber Apo bê girtin têkoşîn geş bibe. Rewşa Rêber Apo ji 25’ê Adara 2021’ê ku birayê wî Mehmet Ocalan hevdîtin pê re kiriye heta bi niha, ne diyar e. Parêzeran ji bo hevdîtina pê re bi dehan caran serlêdan kirine lê dewleta Tirk a faşîst nehiştiye.
Em ciwan, ji bo Rêber Apo divê kuçeyan dagirin. Kurd di vê mijarê de divê hesas bin û têkoşînê geş bikin.’’
BANG JI BO TEVLÊBÛNA MEŞA MEZIN A LOZANÊ HAT KIRIN
Siyaetmedar Nejdet Atalay, diyar kir ku azadiya Kurdan bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e û wiha axivî: ‘’Tu serhildaneke Kurdan, ew qas ne Kurdistanî bûye. Divê em têkoşîna xwe geştir bikin û berê xwe bidin Kurdistanê û Rêber Apo. Ev bi têkoşînê pêkan e. Ji bo azadkirina Rêber Apo divê em her gav têbikoşin.’’ Atalay di dawiya axavtina xwe banga ji bo tevlêbûna meşa mezin a Lozanê kir ku wê 22’yê Tîrmehê li Lozanê bê kirin.
Dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Bê Serok jiyan nabe’’ hatin berzkirin û çalakî qediya.