Fermandar Zîlan li Lîmasolê hat bibîranîn

Zîlan a ku 27 sal berê li Dersimê bi çalakiya fedaî ya li dijî artêşa Tirk rê li ber pêvajoyekê vekir, li Lîmasolê bi çalakiyekê hat bibîranîn.

Şehîd Zîlan (Zeynep Kinanci) ku wek di nivîsa xwe de jî aniye ziman, ji bo bibe xwedî jiyaneke bi wate di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê li warê Zarîfe û Besêyan bi çalakiyeke fedaî bû sembola vejîna jinên Kurd.

Şehîd Zîlan bi merasîma bîranînê li Lîmasolê hat bibîranîn. Merasîm bi pêşengiya Komîsyona Malbatên Şehîdan a girêdayî Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê li Navenda Çanda Kurd a Teofîlos a Lîmasolê hat lidarxistin. Li cihê bîranînê pankarta bi wêneyên Leyla Yildiz (Şaristan Asmîn), Filiz Yerlîkaya (Gulan), Sema Yuce (Serhildan), Hatîce Hezer (Bêrîvan Zîlan), Delal Azîzoglû (Raperîn Amed), Zeynep Kinaci (Zîlan) û alên PKK û HPG’ê hatin vekirin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre Berdevka Komîsyona Malbatên Şehîdan Gulistan Akşahîn û Siyasetmedar Kamîl Akalin axaftin kirin. Dema Akalin behsa bîranînên xwe yên bi Zîlan re kir, kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Piştre sînevîzyona li ser jiyana şehîdên meha Hezîranê hate nîşan da.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.