Enternasyonalîst li Hannoverê ji bo Rojava meşiyan
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, komek ji ciwanên enternasyonalîst li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava meşiya.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, komek ji ciwanên enternasyonalîst li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava meşiya.
Di meşê de ku nîvê şevê hate kirin, dewleta Tirk a dagirker û hevkariya hikumeta Elman hate şermezarkirin.
Ciwanên enternasyonalîst di dema çalakiyê de daxuyanî dan û got, "Hevkariya çekan a Elman-Tirk ji dema Împaratoriya Elman û vir ve timî zêde dibe."
Enternasyonalîstan banga rêxistiniyê li ciwanan kirin û got, "Bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî nûnerên şoreşger şehîd têne xistin. Şehîd Jiyan Tolhildan, Şehîd Yusra Dervîş û Şehîd Sosin Bîrhat tenê çend ji dehan kesên hatin qetilkirin e."
Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.