Endamên FEDA’yê Nobeta Azadiyê dewr girtin
Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di hefteya 581’an de berdewam dike. Endamên FEDA’yê nobet dewr girtin.
Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di hefteya 581’an de berdewam dike. Endamên FEDA’yê nobet dewr girtin.
Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji aliyê Însîyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hat destpêkirin, bêyî navber dewam dike.
Her hefte komek ji Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê nobetê dewr digire. Di hefteya 581’an de endamên Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) nobetê dewr girtin. Di komê de Aytaç Ozveren, Alî Samer û Hasret Ozveren cih digirin.
Li ser navê komê Aytaç Ozveren axivî. Ozveren anî ziman ku 29 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Tişta ku faşîzma AKP-MHP’ê li ser Rêberê me û gelê me dike, em qebûl nakin. Em li dijî van pêkanînên hovane yên li ser me tên ferzkirin li ber xwe didin. Em ê timî li dijî van pêkanîna li ber xwe bidin. Em ê xwedî li Rêberê xwe, têkoşîn û gelê xwe derkevin. Em bang li Konseya Ewropayê û CPT dikin, li peywîra xwe rabin. Êdî dev ji bêdengiya xwe berdin. Ev helwest ne li gorî Ewropayê ye. Berdêl çi dibe bila bibe, em ji bo Rêberê xwe amade ne. Em di nobeta vê dene û em ê têkoşînê geş bikin.”