Di sala 100'emîn de tevgera redkirina Lozanê
Kurdistanî wê bi meş û Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê careke din nîşan bidin ku ew Peymana Lozanê rewa nabînin, red dikin.
Kurdistanî wê bi meş û Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê careke din nîşan bidin ku ew Peymana Lozanê rewa nabînin, red dikin.
Di 100 saliya Peymana Lozanê de ku di 24'ê Tîrmeha 1923'an de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hate îmzekirin û Kurdistan bi rengekî fermî kir çar parçe, nerazîbûn, xwepêşandan û çalakiyên Kurdistaniyan dewam dikin.
'Komîteya Kar û Çalakiyên 100 saliya Peymana Lozanê" sê sal in meş, panel, pêşangeh, konferans û daxuyaniyên çapemeniyê di vê der barê de lidar dixe. Ji endamên komîteyê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Koç bi bîr xist ku di Adara 2021'ê de civîna KNK'ê hebû, di wê civînê de wan karên ku heta niha li ser sed saliya Lozanê kirine nirxandin, diyar kirin ku divê ev kar di bin sîwana KNK'ê de bê meşandin û got, "Ji ber ku ev mesele ne tenê ya parçeyekî ye, lê belê ya tevahiya Kurdistanê ye. Komîteya teng gelek amadekariyên teknîkî qedandibû. Ji bo konferans û panelan cih hatibû amadekirin, lihevkirin çêbû bû. Êdî kar dikarîbû bihata meşandin. Di wê civînê de biryar hate dayin ku li dijî Peymana Lozanê komîteyeke berfireh divê bê avakirin. Komîte bi pêşengiya KNK'ê hate avakirin û ji Rojava, Rojhilat, Başûr, Bakur û Ewropayê 57 saziyên ji partiyên Kurdistanî û dostên Kurdan tevlî bûn.
Ji bilî Kurdan her wiha nûnerên gelên din ên li cografya Kurdistanê jî cihê xwe di nav de girtin. Temîlsiyeta Asûrî-Suryanî, Ermen heye. Nûnerên Elewî, Êzidiyan hene. Rêxistinên jin û ciwanan têne temsîlkirin. Ji Başûr YNK û Tevgera Goran, ji Rojhilat Komala, PJAK, ji Rojava Rêveberiya Xweser û hemû partî, ji Bakur gelek rêxistinî têne temsîlkirin. Destpêkê 52 sazî di nav de hebûn, piştre ev hejmar bû 57. Ji bilî sazî û kesayetên nêzî PDK'ê hemû rêxistinên Kurdistanî di nav de hene."
Li ser karên ku heta niha hatine kirin Yuksel Koç diyar kir ku bi pêşengiya KNK'ê di 23'ê Tîrmeha 2022'an de li Qesra Rûmîne ya ku Peymana Lozanê lê hate îmzekirin konferansek hate lidarxistin û got, "Konferans gelekî serketî derbas bû. Tevî israr û bangên KNK'ê jî rêveberiya PDK'ê û rêxistinên nêzî wê tevlî konferansê nebûn. Ji bilî kesayetên serbixwe 57 sazî û partî tevlî wê konferansê bûn. Plansaziya me ya çalakiyan a li ser sed saliya Lozanê di konfeansê de hate parvekirin û bi pêşniyarên nû biryar li ser plansaziyeke hevpar hate dayin. Di Mijdara 2022'an de li pêşiya Qesra Rûmîne me daxuyaniyek dan çapemeniyê û bi vî rengî dest bi bernameya çalakiyan a sed saliya Peymana Lozanê kirin."
Koç anî ziman ku çalakiya destpêkê jî li Qesra Rûmîne çar panelên li ser Peymana Lozanê bûn û got, "Di van panelan de êşên ku ji ber Peymana Lozanê li cografya Kurdistanê bi serê gelan hatine, hatin nirxandin. Ne tenê Kurd her wiha nûnerên gelên din ên li wê derê, dîroknas û siyasetmedarên Ewropî jî tevlî van panelan bûn."
Koç ragihand ku ji bilî panelan di navbera 28'ê Nîsanê û 21'ê Gulanê de pêşangeheke wêneyan hate vekirin ku qala Komkujiya 100 salî dikir û têkildarî bernameya sala 100'emîn de jî ev agahî da:
"Di hefteya destpêkê ya Tîrmehê de wê çalakiyeke çandî bê lidarxistin ku du hefteyan dewam bike. Ya rast ev yek ji bo meha Hezîranê hatibû plankirin lê belê ji ber sedemên ne di dest de ji meha Tîrmehê re hate taloqkirin. Çalakiya esasî ya sala 100'emîn ew e ku di 22'ê Tîrmehê de wê li Lozanê xwepêşandaneke mezin bê lidarxistin. Meş wê ji ber qiraxa Gola Lemanê destpê bike û li ber Qesra Rûmîne bi mîtîngekê bi dawî bibe. Hemû sazî û rêxistinên siyasî yên Kurd wê tevlî bibin. Amadekariyên vê meşê qediyan e. Ji çar parçeyên Kurdistanê wê hunermend wê rojê derkevin ser dikê. Qiseker jî wê di civîneke 10'ê Tîrmehê de diyar bibin.
Di heman demê de bi beşdariya hemû pêkhateyên Kurdistanê di 22-23'ê Tîrmehê de wê li saloneke Şaredariya Lozanê bi beşdariya 500 kesî konferanseke ji bo du rojan bê lidarxfistin. Ev Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê ye. Encamnameya wê jî di 24'ê Tîrmehê de wê li ber Qesra Rûmîne bi daxuyaniyekê bê eşkerekirin. Cih û destûra ji bo çalakiyan hemûyan hatine wergirtin."
Koç anî ziman ku dostên wan ên Ewropî jî di meha Îlonê de bernameyek plan kirine û diyar kir ku ev bernme wê bibe çalakiyeke alternatîf a li hemberî Peymana Lozanê.
Yuksel Koç ji bo meş û konfeansa di sala 100'emîn a Peymana Lozanê de lidar bixin, bang li her kesî kir ku tevlî bibin û got, "Li dijî dagirkeriyê em banga yekîtiyê dikin. Divê gelê Kurd êdî xwedî statuyekê be. Ji bo vê jî divê helwesteke neteweyî bê nîşandan. Gelê Kurd ji xwe gihîştiye vê astê. Divê ti hêz li pêşiya yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd nesekine. Ji ber vê jî em careke din bang li PDK'ê dikin. Divê ti hêz xwe di ser yekîtiya gelê Kurd re nebîne. Êdî ne hesasiyetên dewleta Tirk, lê belê divê hesasiyetên Kurdan li ber çavan bêne girtin. Komîte jî ji xw ekarên xwe bi vê ferasetê dimeşîne û di nav de 57 partiyên siyasî û sazî hene.
Em bang li her kesî dikin ku bi coşeke mezin tevlî karên bernameya sala 100'emîn a Lozanê bibin. Sekneke ji hev dûr xizmetê ji yekîtiya Kurdan re nake, berevajî xizmetê ji parçebûna Kurdistanê re dike. Werin em daxwaz û hesreta hevpar a gelê Kurdistanê bi bernameya Lozanê ji cîhanê re ragihînin û karekî hevpar bikin ku nîşan bidin, berjewendiyên neteweyî di ser her tiştî re ne."
Wê dewam bike...