Li Corbeîlê çalakiya ‘Azadî Ji Bo Rêber Apo’ hat lidarxistin

Endamên TCŞ’ê û TekoJIN’ê ku li banliyoya Corbeîl a Parîsê hatin ba hev, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ku li ber avahiya şaredariya banliyoya Corbeîla Parîsa paytexta Fransayê hatin ba hev, di çarçoveya pêngava ‘’Cenga azadiyê bi ser bixin’’ ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. 

Ciwanan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hil dan û ber bi îstgeha navendî ya trênan ve meşiyan û bi deqeyekê rêz ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê girt. 

Li ser navê TCŞ’ê daxuyanî li ber avahiya şaredariyê hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Rêber Apo, di şertên girankirî yên tecrîd û êşkenceyê de 24 sal in ku li Girava Îmraliyê bi awayekê bêhevta li ber xwe dide, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gerîla, serî li ber faşîzma Tirk û polîtîkayên şer ên taybet xwar nakin. CPT û Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên mîna wan, dengê xwe nakin, tu bertekê nîşan nadin û dihêlin faşîzma Tirk bi pêş ve biçe. Nameyên gefxwarinê ku ji Rêber Apo re hatine şandin, divê em ciwanên Kurd wek rewşeke asayî nebînin.’’ 

Di dewama daxuyaniyê de, bang hat kirin ku ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê li her derê rabin ser pêyan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga seferberiyê ji bo lidarxistina çalakiyan hat kirin.