Ciwanên Kurd li Berlînê ji bo azadiya Abdullah Ocalan daketin qadan

Li paytexta Elmanya Berlînê, ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xistin.

Di çarçoveya pêngava 'Cenga azadiyê bi ser bixin' de komek ji ciwanên Kurd li navenda bajêr ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd hatin hildan û dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn.

Di daxuyaniya komîteya amadekar a meşê de hate ragihandin ku sedema çalakiyan wan tecrîda giran a li Îmraliyê ye û ew dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.