Ciwan xwe ji bo çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ amade dikin

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst, ji bo pêkanîna azadîya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwe ji bo çalakiya “Rêwîtiya Azadiyê” amade dikin.

Çalakiya “Rêwîtiya Azadiyê” ku wê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 03-08’ê Îlonê li bajarên Elmanyayê Dortmûnd û Kolnê bê lidarxistin.

Têkildarê çalakiyê ku wê bi şiara “Bi Ruhê Apoyî Ber Bi Rêwîtiya Azadiyê Ve” bê lidarxistin, li ser hesabên medyaya dîjîtal wiha hat gotin: “Me bang li ciwanên Kurd û enternasyonalîst ew e ku xwe li dora Rêber Apo bikin xelek.”

Roja ewil a çalakiya protestoyî ku wê ji bajarê Dortmûnd ê Almanyayê heta Kolnê dewam bike, wê bi konferanseke têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê bike.

Komîteya Amadekar dê têkildarî çalakiyê di rojên pêş de daxuyaniyeke nivîskî biweşîne.