Ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan

Ciwanên Kurdistanî, li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi girseyî meşiyan.

Ciwanên Kurdistanî, li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê ku paytexta Fransayê ye, di çarçoveya pêngava "Cenga azadiyê bi ser bixin" de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi girseyî meşiyan. Di meşê alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta "Azadî ji bo Ocalan" hildan.

Meş ji li ber îstgeha trenan a Vîllîers Le Belê dest pê kir heta Navenda Civaka Kurd a Demokratîk berdewam kir. Di meşê de ciwanan bêyî navber dirûşmeyên "Azadî ji bo Ocalan", "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne", "Bêyî Serok jiyan nabe", "Em tev PKK’yî ne" û "Bijî berxwedana gerîla" berz kirin.

Meş nêzî saetek berdewam kir. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Roj roja azadkirina Rêbertiyê ye. Divê em tev li qadan bin. Heta Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, terka qadan nekin. Di çarçoveya pêngava ‘Cenga azadiyê bi ser bixin’ de em bang li her kesî dikin ku dakeve qadan."

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.