CDK-S’ê banga tevlîbûna meşa Lozanê kir
Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) banga tevlîbûna meşa ku wê di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de bê lidarxistin, kir.
Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) banga tevlîbûna meşa ku wê di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de bê lidarxistin, kir.
CDK-S’ê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ev du meh in çalakî û merasîmên cur be cur ji ber Peymana Lozanê tên kirin. CDK-S’ê wiha got: “Kurd û dostên wan wê di salvegera Peyman Lozanê de ku 24’ê Tîrmeha 1923’an hat îmzekirin, bi konferanseke ku wê du 2 rojan li Lozanê dewam bike, meş û mîtîngê lidar bixe.”
CDK-S’ê ev tişt got: “Roja Şemiyê 22’ê Tîrmehê di saet 11.30’an de Kurdistanî wê li ber avahiya Chateau d’Ouchy a li perava Gola Lemanê bên ba hev û wê heta Qesra Rûmîne ku peyman lê hat îmzekirin, bimeşin. Wê li vir mîtîng bê lidarxistin.”
Dîwana Hevserokatiyê ya CDK-S’ê di serî de Kurd bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku roja 22’ê Tîrmehê tevlî meş û mîtîngê bibin.
CDK-S’ê destnîşan kir ku ew bê statutiyê qebûl nakin û diyar kir ku ji ber salvegera Peymana Lozanê wê konferansê lidar bixin. CDK-S’ê ev tişt anî ziman: “22’ê Tîrmeha 2023’an wê konferansekê û meşeke gel lidar bixin. Ji 4 parçeyan 57 partî, rêxistin û nûneriyên saziyan wê beşdarî konferansê bibin.”
CDK-S’ê ev bang kir: “Werin em bi hev re di 22’ê Tîrmehê de mîlada sedsaleke nû bidin destpêkirin.”