Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Ewropayê hatin bibîranîn
Li welatên Ewropayê berxwedêrên 14'ê Tîrmeha 1982'yan bi çalakiyên cuda hatin bibîranîn.
Li welatên Ewropayê berxwedêrên 14'ê Tîrmeha 1982'yan bi çalakiyên cuda hatin bibîranîn.
Li Elmanya, Fransa, Awûstûrya û Kanadayê berxwedêrên 14’ê Tîrmeha 1982’yan bi çalakiyên cuda hatin bibîranîn.
HAMBÛRG
Şoreşgerên di meha Tîrmehê de gihiştine asta şehadetê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatin bibîranîn. Bîranîn li qada dawetê ya Phönixê bi tevlêbûna gelek Kurdistaniyan hat lidarxistin. Di cihê bîranînê wêneyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz û Kevîn Jochîm (Dîlsoz Bahar), Bilal Onat (Devrim Garzan), Jakob Riener (Şiyar Gabar) û Mazlûm Yılmaz (Sidar Amed) yên li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûne hatin danîn.
Ji bo bîranîna şehîdan find hatin vêxistin û ji bo giyanê şehîdan rêz hat girtin. Di bîranînê de li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Cenap Yeter axivî. Yeter, hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û got: “Em niha di hizûra wan de ne. Şehîdên me di her kêliya jiyana me de dijîn. Şehîd wê timî di hiş û mejiyê me de bijîn.”
‘BI GIYANÊ XWE RÊYA ME RONÎ KIRIN’
Piştre xwşika berxwedêrê 14’ê Tîrmehê û endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş, Aten Durmuş axivî û got: “Em bi şehîdên xwe serbilindin. Em ne li hundir bûn, lê weke malbat me heman êş dît. Ji ber ku em malbat û hevrêyên wan bûn. Li erdnîgariya ku tirs û xof mîna dojehê ketiye, wan bi giyanê xwe rêya me ronî kir.”
Bavê gerîlayê HPG’ê Bilal Onat (Devrim Garzan) ê di 7’ê Hezîrana 2023’yan de şehîd bibû, Cengîz Onat jî şehîdên 14’ê Tîrmehê bibîranî û spasiya xelkê Kurdistanê yên ku ew bi tenê nehêlane kir.
Di bîranînê de nameya Mehmet Hayrî Durmuş a ku 41 sal şûnde derketibû holê hat xwendin. Bîranîna ku bi pêşandana sînevîzyonê berdewam kir, bi banga tevlêbûna çalakiya navendî ya hefteya bê li Lozana Swîsreyê bê lidarxistin, bi dawî bû.
PARÎS
Navendek din a bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê banliyoya Grîngny ya paytexta Fransa Parîs bû. Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) şehîdên 14’ê Tîrmehê û pêşengê Tevgera Ciwanan Baran Mawa, Delîl Çiyager û Azad Şergeş hat bibîranîn.
Di bîranînê de ji bo giyanê şehîdan rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê KOMAW’ê axaftin hat kirin û sînevziyon hat pêşandan.
GRAZ
Kurdistaniyên ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) a bajarê Graz ê Awûstûryayê hatin ba hev, Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de axaftin hat kirin û hat diyarkirin ku di Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de dewleta Tirk a faşîst ji bo vîna gelê Kurd bişkîne her cure rêbazên dijmirovî pêk aniye û di zindanan de qetlîam kiriye. Bi domdarî hat gotin ku li hemberî vê hovîtiya dewleta Tirk, kadroyên pêşeng yên PKK’ê xeta têkoşînê ya gelan diyar kir û niha gelê Kurd li her qadê li ber xwe dide.”
HEILBRONN
Bi pêşengiya Komîsyona Dîplomasiyê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) û Tevgera Ciwanan li bajarê Heîlbronnê jî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Di bîranînê de wêneyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn.
Di bîranînê de axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser berxwedana 14’ê Tîrmeha 1982’an. Axaftvanan bal kişand bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wiha gotin: “Tecrîd şerma me hemûyan e. Peywîra sereke a ciwanan ew e ku xwedîderketin û heta azadiya Rêber Apo geşkirina têkoşînê ye.”
TORONTO
Bi pêşengiya TCŞ’ê li bajarê Toronto yê Kanadayê ji şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Kurdistaniyên li Torontoyê dijîn tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de sînevziyona li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê hate pêşandan.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.
KÎEL
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê ji bo bîranîna şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz çalakiyek hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî û dostên wan tev li çalakiya ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kîelê hat lidarxistin bûn.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û bi axaftinên li ser watê û girîngiya berxwedana 14’ê Tîrmehê û nîşandan sînevîzyonê dewam kir.
Hevserokê FED-DEM’ê Îhsan Altindag di bîranînê de axivî û got: “Divê em sîstema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, fêm bikin û bi vê yekê re weke şehîdên 14’ê Tîrmehê bêyî hesabên şexsî ji bo gelê xwe û Rêberê xwe têbikoşin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bi berxwedan û têkoşîna me pêk were. Helbet divê ev yek diyar bikin; Rêber Apo bi ramanên xwe azad e.”
Mamostayê zimanê Kurdî Amed jî wiha got: “Bêguman hemû şehîdên Kurdistanê ji bo me rûmet û serbilindî ye, lê cihê Şehîdên 14’ê Tîrmehê ji bo me cuda ye. Ji çalakiyên wan re ne rojiya mirinê, lê dikare bê gotin “rojiya jiyanê”. Berxwedana wan ji bo gelê Kurd bû jiyan. Şehîdên 14’ê Tîrmehê nîşanê me didin ku ew ne ji bo xwe, lê ji bo gelê xwe jiyan û berxwedaneke mezin raber kirin.”
Piştî axaftinan name û helbesta şehîd Mehmet Hayrî Durmuş ku care ewil hatin weşandin, hatin xwendin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.