Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Bernê hatin bîranîn
Şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê li Bernê bi çalakiyeke hatin bîranîn. Di çalakiyê de hat gotin ku ruhê 14’ê Tîrmehê têkoşîn mezin kiriye.
Şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê li Bernê bi çalakiyeke hatin bîranîn. Di çalakiyê de hat gotin ku ruhê 14’ê Tîrmehê têkoşîn mezin kiriye.
Bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd, li Kantona Bernê ya Swîsreyê ji bo şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezina Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz berynameyeke bibîranînê hat lidarxitsin. Bername, di şexsê şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Di bernameyê de destpêkê Mehmet Alî Hoca mafê axaftinê girt û darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê û encamên wê nirxand. Hoca da zanîn ku ew û bi hezaran ciwanên Kurd ji ber darbeya leşkerî ketine zindanan û got: “Zîhniyeta darbeyê xwest me teslîm bigire. Lê me bi berxwedana hevreyên xwe yên pêşeng ên şehîd ev êrîş pûç kirin.”
Hoca destnîşan kir ku ji bo parastina nasnameya Kurd berdelên mezin hatine dayîn û got: “PKK teslîm nebû. Berdêl da û li ber xwe da. Têkoşîna îro bi saya wê ruhê ye.”
Piştre Îrfan Babaoglû axivî û anî ziman ku dewleta Tirk nedifikirî ku piştî salên 1950’î têkoşîna Kurdistanê careke din dest pê bike û wiha got: “Wan difirkîrîn ku gelê Kurd di bin betonê de hiştine” Lê PKK’ê bi ruhê berxwedanê ew beton şikand.”
Babaoglû diyar kir ku ji bo berxwedana PKK’ê ji holê rakin projeya Zindana Amdê derxistin holê û wiha domand: “Xwestin bi zilma li zindanan pêşengan teslîm bigirin û dawî li têkoşînê bînin. Di vê qonaxê de Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz li dijî xeta teslîmiyetê dest bi berxwedanê kirin. Biryara berxwedana greva birçîbûnê roja 14’ê Tîrmehê li ber dadgehê hate ragihandin. Bi vî rengî wê berxwedan hem li gihiştiba derve û hem jî qawişên din. Têkîliya qawişan bi hev re nebû. Li Amedê nêzî 3 hezar kes hatibûn girtin. Bi ragihandina biryarê re li zîndanê heyecaneke mezin dest pê kir. Dewlet şaş bû ka wê çi bike.”