Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) bi armanca şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî meşek hat lidarxistin.
Meşa ku di çarçoveya pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” de li Helvetîaplatzê hat lidaraxistin, ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê Hêvî Amedê daxuyanî da. Hêvî Amed gotina Rêberê Gelê Kurd “Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî biqedînin” bi bîr xist û wiha got: “Em ciwanên ku li dora ramanên Rêber Apo li hev civiyane, berpirsyariya me ya bingehîn şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo û azadkirina wî ya fîzîkî ye.
Hêvî Amed got: “Em gelê Kurd bi taybet ciwanên Kurd heta encam ji pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” bigrin, li qadan bin. Em ê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin û Rêberê xwe, gelê xwe û Kurdistanê azad bikin.”
Endama TekoJIN’ê Yara Amîn jî daxuyaniya bi zimanê Elmanî xwend. Piştî daxuyaniyê Kurdistanî bi dirûşmeyên azadiya fîzîkî Abdullah Ocalan, ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Girseyê li gel barana zêde jî meşa xwe domandin. Girse di dema meşê de li cihên qelebalix ên bajêr sekînin û der barê tecrîdê de agahî dan.
Çalakî bi dirûşmeyan li Helvetîaplatzê bi dawî bû.