Baran Mawa li Den Haagê hat bibîranîn

Baran Mawa li Den Haagê bi çalakiyekê hat bibîranîn.

Li Den Haagê ji bo yek ji pêşengên Tevgera Komalên Ciwan Baran Mawa (Alî Oncu) ê 7’ê Tîrmeha 2018’an şehîd bû û şehîdên Komalên Ciwan, çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û gelê welatparêz ên Kurdistanê ve hat lidarxistin.

Çalakiya bîranînê di şexê Baran Mawa de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Di salona çalakiyê de bi wêneyên Berjîn Zenda, Nûda Elefterya, Axîn Mahîr Dîcle, Andor Ozgur, Hogir Amed û Baran Mawa quncika ji bo şehîdan hatibû amadekirin. Di bîranînê de sînevîzyona li ser Baran Mawa hate temaşekirin.

Piştre li ser navê KOMAW’ê malbatên şehîdan axivîn. Malbatên şehîdan gotin, “Divê em soza xwe ya li hember şehîdan bi cih bînin û ji bo serxistina têkoşîna wan tişta dikeve ser milên me pêk bînin.”,

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.