Aram Tîgran li Cenevreyê hate bîranîn
Komîsyona Çandê ya Civaka Demokratîk a Kurd a li Cenevreyê, bi rêya hunerê qala jiyana Aram Tîgran kir û stranên wî got.
Komîsyona Çandê ya Civaka Demokratîk a Kurd a li Cenevreyê, bi rêya hunerê qala jiyana Aram Tîgran kir û stranên wî got.
Hunermend Aram Tîgran di salvegera 14'an a wefata xwe de li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hate bîranîn.
Komîsyona Çandê ya Civaka Demokratîk a Kurd ku di bin sîwana TEV-ÇAND'ê de kar dike, bîranîn lidar xist û gelek Kurdistanî tevlî bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Aram Tîgran, endam Komîsyona Çandê Songul Aslan qala jiyana Aram Tîgran, hesreta wî ya li welêt, salên sirgûniyê û tevkariya li çanda Kurd kir.
Piştî axaftinan jî hunermenda TEV-ÇAN'ê Zîlan Yapiştiran stranên Aram Tîgran got.