Apê Abdurrahman Er banga hestiyariyê kir
Li Lûzernê bi beşdariya apê Abdurrhaman Er Necmettîn Er, ji bo Mazlûm Dag û Abdurrhaman Er daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Li Lûzernê bi beşdariya apê Abdurrhaman Er Necmettîn Er, ji bo Mazlûm Dag û Abdurrhaman Er daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li dijî binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Hewlêrê destpê kir, didome. Bi armanca piştgiridayîna girtiyan li bajarê Lûzern ê Swîsreyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Kurdistaniyên ku li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lûzernê (CDK-L) li ber stasyona trenê ya navendî hatin ba hev, bi daxuyaniyeke xwestin daxwazên Mazlûm Dag û Abdurrahman Er bên bicihanîn.
Daxuyanî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê CDK-L’ê Mûlla Şahîn ewil axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me didome. Rêber Apo ji bo her kesî şans e. Divê tecrîd di zûtirîn demê de bi dawî bibe. Em îro ji bo hevalên xwe yên ku di greva birçîbûnê de ne li vir in. Divê daxwazên wan ên mirovî di zûtirîn dem de bên bicihanîn.”
Apê Abdurrahman Er Necmettîn Er jî beşdarî çalakiyê bû. Necmettîn Er, têkîldarî rewşa dawî ya Er û Dag agahî dan û got: “Ev 2 meh in greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didome. Ew dixwazin ku şert û mercên girtîgehê bên başkirin. Biraziyê min êdî nikare bimeşe, bi kursiyê dibin û tînin. Rewşa wan ne baş e. Ev çalakî watedar in, spasiya hemû beşdaran dikim. Em ji hemû saziyên Kurdistanî û kesên ku mafên mirovan diparêzin, bi taybet jî ji hikûmeta Başûr daxwaza hestiyariyê dikin. Em dixwazin bêyî agahiyeke ne baş çalakiya greva birçîbûnê bi encam bibe. Bila daxwazên Er û Dag bên qebûlkirin.”
Daxuyanî, bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.