Amadekariyên Lozanê qediyan
Bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê, wê bi dirûşmeya “Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de em Kurd û Kurdistanî li Lozanê ne û em Peymana Lozanê qebûl nakin!” konferansek bê lidarxistin.
Bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê, wê bi dirûşmeya “Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de em Kurd û Kurdistanî li Lozanê ne û em Peymana Lozanê qebûl nakin!” konferansek bê lidarxistin.
Komîteya çalakî û merasîmê ya sala 100’emîn a Peymana Lozanê di 22-23’ê Tîrmehê de li bajarê Lozan ê Swîsreyê wê bi dirûşmeya “Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de em Kurd û Kurdistanî li Lozanê ne û em Peymana Lozanê qebûl nakin û peymanê red dikin!” konferansekê li dar bixe.
Roja destpêkê wê meşa navendî ya paralel û mîtîng jî bê lidarxistin. Di konferansê de wê 2 rojan encamên Peymana Lozanên bên nîqaşkirin. Encamnameya konferansê jî wê 24’ê Tîrmehê ku salvegera peymanê ye, bê eşkerekirin.
Komîteyê amadekariyên xwe qedandin û diyar kir ku ji 4 parçeyên Kurdistanê zêdeyî 600 kes beşdarî konferansê bibin.
‘EM LOZANÊ QEBÛL NAKIN’
Endamê Komîteya Lozanê û Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku wê bi vê konferans û mîtîngê fînala merasîmên ku sed sal in tên kirin, bikin û got: “Sedemê êşên 100 salan, ev peyman e. Lewma em Kurd hene, li vir in û em ê bêjin em qebûl nakin.”
Zubeyîr Aydar got ku amadekariyên konferansê qediyan û ev tişt bilêv kir: “Beriya 100 salan dewletên navneteweyî li vir kom bûn, lê nûnerên Kurdan nebûn. Tirk li ser navê me axivîbûn û xwe weke nûnerên Kurdan nîşan dabûn.”
Aydar anî ziman ku ji Avûstûrya, Belçîka, Hollanda, Elmanya û Fransayê wê bi sedan otobus werin û got: “Ji derveyî vê divê her kes bi derfetên xwe werin. Her wiha 24’ê Tîrmeha 1923’an em ê li ber avahiya Chateaû d’Oûchy ya li perava Gola Lemanê bi daxuyaniyeke girseyî encama konferansa xwe eşkere bikin.”
BERNAMEYA KONFERANSÊ
Li gorî bernameya ku ji aliyê komîteyê ve hatî eşkerekirin, roja yekem a konferansa ku li Salle de Congres de Beaûlîeû bê kirin, wê sînevîzyon were temaşekirin û beşdar biaxivin.
Di panela yekem a hatî lidarxistin de wê encamên “Peymana Lozanê û encamên wê li Kurdistanê” bên nîqaşkirin. Selma Irmak û Xelîl Xezerî wê moderatoriyê bikin.
Di roja duyem a konferansê de jî wê du rûniştin bên lidarxistin. Kurdê Omer û Seher Aydar wê moderatoriya panela destpêkê ya bi sernava “Rewşa jinan û têkoşîna wan” bikin.
Di rûniştina duyem de jî wê “Rewşa gelên Ermenî, Asûrî û Keldanî” bê nîqaşkirin.
Di rûniştina dawî de jî bi moderatoriya Behrê Mohamed Mehmod û Rojan Hazim wê sernava “Li dijî encamên Peymana Lozanê têkoşîna 100 salan” were nirxandin.
Di beşa encamê de jî wê “Biryara Konferansê û Encaname” bê eşkerekirin. 24’ê Tîrmehê roja Duşemê saet 10.00’an wê li ber avahiya Chateaû d’Oûchy encamnameya konferansê bi daxuyaniyeke çapemeniyê were eşkerekirin.