Şehîdên Rojhilat li Brukselê hatin bîranîn
Di şexsê Dilêr Rozgerd de şehîdên Rojhilat bi merasîmekê hatin bîranîn.
Di şexsê Dilêr Rozgerd de şehîdên Rojhilat bi merasîmekê hatin bîranîn.
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye di şexsê Dilêr Rozgerd de şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan bi merasîmekê hatin bîranîn.
Piştî deqîqeyek rêz ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê hat girtin, siyasetmedar Mihemed Pênciwînî, Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Mûînî, Tevgera Jinên Kurd û nûnerên ji Saziya Malbatên Şehîdan li ser jiyan û têkoşîna şehîdan axivîn. Di axaftinan hat diyarkirin ku şehîd bûne sembola berxwedanê û hat gotin ku rastiya şehadeta van hevalan, nîşaneya yekîtiya gelê Kurd e.
Her wiha di axaftinan de banga tevlîbûna meşa girseyî hat kirin ku wê 22’ê Tîrmehê de bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê li bajarê Lozan ê Swîsreyê bê lidarxistin.
Piştî axaftinan, malbatan helbestên ku li ser zarokên xwe nivîsandine, xwendin. Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.