Şehîdên Qamişloyê li Bremenê hatin bibîranîn

Şervanên YPG’ê yên di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li Qamişloyê şehîd bibûn, li bajarê Bremen ê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Şervanên YPG’ê Diyar Xelîl (Diyar Şoreş), Berzan Şêxmûs (Garzan Qamişlo), Ehmed Semo (Hêwa Qamişlo) û Aram Brahîm (Orhan Qamişlo) ku di 3’ê Tebaxê de bi balafireke bêmirov a dewlet a Tirk a dagirker şehîd bibûn, li Bremenê hatin bibîranîn.

Bernameya bîranînê ku li Komaleya Bratiyê hat lidarxistin, bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Bremenê Dayika Xeysa, li ser navê PYD’ê Ewropayê Şerzad Brahîm û Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd a Bremenê Saît Bîlgîn axivîn.

Birayê Şehîd Diyar Xelîl, Serhad Xelîl bi rêya telefonê beşdarî bîranînê bû.

Li ser navê Kongra Starê Diya Selîm, bal kişand ser êrîş û qetlîamên li ser gelê Kurd û got: “Em gelê Kurd li ber xwe didin. Em ji bo azadiya xwe li ber xwe didin. Em Rojav zindî bikin û biparêzin.”

Li ser navê PYD’ê Şerzad Brahîm axivî û wiha got: “Azadiya ku me îro bi dest xistiye, bêguman bê berdêl nîne. Rast e me gelek şehîd dane, lê ger şehîdên me nebûna, em birêxistin û amadekar nebûna, em nizanin ku wê çi bihata serê gelê me. Me Sêwaz, Enfal û Helebçe dîtin. Bi deh hezaran gelê me li Dersimê hatin qetilkirin. Lê îro tevgera azadiyê heye. Ger Tevgera Azadiyê nebûya, niha ne Rojava, ne Rojhilat, ne Başûr û ne jî Bakur hebûya. Kurd hatin qirkirin.”

Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd a Bremenê Saît Bîlgîn jî bal kişand ser êrîşên dewletên dagirker ên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hêzên parastinê û wiha got: “Ger hûn bala xwe bidinê, dagirkeran li aliyeke Rêberê Gelê Kurd dikin tecrîdê, li aliyê din jî êrîşî hêzên parastina Kurdan dikin. Êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Qendilê divê ji polîtîkayên tecrîdê cuda neyê dîtin.”

Birayê Şehîd Diyar Xelîl, Serhad Xelîl ku bi rêya telefonê beşdar bû, got: “Serê me bi şehîdên me bilind e. Em ê têkoşîna wan a bi rûmet bidomînin.”

Di dema axaftina Serhad Xelîl de gelek caran dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Bernameya bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.