Şehîdên fermana 3'ê Tebaxê li Rûsyayê hatin bîranîn

Şehîdên fermana 3'ê Tebaxê li paytexta Rûsya Moskowayê bi civînekê hatin bîranîn.

Kurdên li paytexta Rûsya Moskowayê, bi taybetî jî civaka Êzidî di salvegera Komkujiya Şengalê de civînek lidar xistin.

Civîna bîranînê li Mala Gelan a Rûsyayê ya li Moskowayê pêk hat û tevî Kurdan, dostên wan tevlî bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên fermanê, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Reşad Bênav, Hevseroka Meclîsa Kurd a Moskowayê Rafîke Kamil, ji organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê 'Viyan' Tera Qadir û endamê Meclîsa Moskowayê Andoye Mîşa axivîn û êrişa li ser Êzdatiyê şermezar kirin.

Qisekeran bi bîr xistin ku li Şengalê bi hezaran mirov ji ber baweriya xwe ya Êzdatiyê hatin qetilkirin û diyar kirin ku bi saya HPG, YJA Star, YPG û YPJ'ê hêzên pavşerû DAÎŞ û çeteyên radîkal ên mîna wan li Kurdistanê hatin tunekirin.

Li dijî komkujiyên bi vî rengî jî işaret bi girîngiya rêxistinî û yekîtiyê hate kirin.

Her wiha endama HDP'ê Feleknas Ûca jî bi rêya vîdeo konferansê tevlî civînê bû û destnîşan kir ku li her derê divê helwest li dijî komkujiya li ser Êzidiyan û Şengalê bê nîşandan.