Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Stockholmê hatin bibîranîn

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, bi çalakiyeke li Stockholmê hatin bibîranîn.

Li bajarê Stockholm a Swêdê ji bo Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz çalakiya bîranînê hat lidarixistin. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Hevseroka Meclîsa Gel a Kurd a Stockholmê Rûken Yetîşkîn di bîranînê de axivî û got: “Dijmin ji bo şikandina îradeya gelê Kurd di zîndanê de serî li her curê rêbazên dijmirovane û qetlîaman da, lê ev gel bûn mîlyonan û bersiv dan. Ji ber ku ruhê 14’ê Tîrmehê di civakê de berxwedanek nû afirand û bi vî ruhê re li ber xwe dide. Îro berxwedana wan têkoşîna me ronî dike. Ev berxwedan li Îmraliyê dewam dike. “

Hevserok Latif Cebe jî wiha got: “PKK partiya şehîdan û berxwedanê ye. Şeva Newrozê berxwedana heval Mazlûm, piştre çalakiya Çaran û Berxwedana 14’ê Tîrmehê zayineke nû afirand. Berxwedan û şehadetên hevalên me yên zindanê nîşan da ku li hemû Kurdistanê ji xeynî jiyaneke azad û rûmet, jiyaneke din mirin e. Dijmin îro êrîşên xwe yên çekên kîmyewî didomîne, lê encamê dixwaze nikare bi dest bixe. Dema nikare encamê bi dest bixe gef li Rêbertiya me dixwe. Niha jî li ser endamtiya Swêdê ya NATO’yê gef li gelê me dixwe. Ji ber vê yekê ji bo ku em bibin layiqî şehîdên xwe, têkoşînê hîn rêxistinkir bikin, di warê îdeolojîk de xurt bikin û bersiva her curê êrîşan bidin.”

Bîranîn nîşandana sînevîzyona li ser Berxwedana Rojiya Mirinê yya Mezin a 14’ê Tîrmehê, bi dawî bû.