Şehîdên 14’ê Tîrmehê li London û Viyanayê hatin bibîranîn

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li Viyana û Londonê bi çalakiyan hatin bibîranîn.

Li Paytexta Awûstûrya Viyanayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan ve çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir.

Di axaftinên çalakiyê de wiha hate gotin: “Şehîdên 14’ê Tîrmehê nemir in. Ronahiya wan tim li Îmraliyê ronî dibe. Ez soz didin hemû şehîdan ku têkoşîna wan bidomînin.” Di çalakiyê de sînevîzyona li ser şehîdan hat nîşandan.

Her wiha hat ragihandin ku ji bo meşa girseyî ku 22’ê Tîrmehê li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi boneya salvegra 100’emîn a Peymana Lozanê bê lidarxistin, otubusên li Viyanayê 21’ê Tîrmehê saet 20:00’an de li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê ya li navnîşana Jurekgasse 26 rabin û banga tevlîbûna xurt kirin.

LONDON

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê li Londonê çalakiya bîranînê lidarxistin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê destpê kir. Piştre sînevîzyon hate temaşekirin. Piştî sînevîzyonê li ser navê KOMAW’ê Alî Poyraz ji bo bîranîna 14’ê Tîrmehê axaftinek kir. Alî Çîçek bi taybet qala berxwedan û helwesta jiyanê ya Alî Çîçek ku weke sembola ciwanan tê naskirin kir.

Piştre ji aliyê endamên TCŞ’ê ve helbest hatin xwendin.