Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Erîvanê hatin bibîranîn
Li Erîvanê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
Li Erîvanê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
Li paytexta Ermenistanê Erîvanê, berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi civînekê hatin bibîranîn.
Di civînê de Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan, Endama Yekitiya Jinên Azad Seyran Celad û bavê Şehîd Rûken Mîlo Kelaşyan li ser wate û giringiya berxwedana lehengên Zindana Amedê axivîn.
Axaftvanan, di şexsê şehîdên 14'ê Tîrmehê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Di dîroka Kurdan de, berxwedan her hebûye lê tu yek jê wek ya Tevgera Azadiyê nebûye. Lewma dijmin nekarî PKK’ê biqedîne.” Axaftvanan bi dewamdarî got: “Ger ev berxwedan nîn bûya, dijmin wê bigihîşta armanca xwe. Lê tevî hemû êşkenceyan, hevalan heta bêhna xwe ya dawîn li ber xwe da. Ev berxwedan ji bo Kurdan bû rêbaza têkoşîna azadiyê û bi hezaran di zindanan de û li qadan li hember faşîzmê li ber xwe didin. Em gel jî wê heta bi hetayê bidin ser şopa têkoşêrên azadiyê Heval Kemal, Hayrî, Alî, Akîf û hemû cangoriyên azadiyê û ala wan timî li ba bikin.”
Beşdaran, bal kişand bi ser tecrîd û gefên li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine xwarin û got: “Gefên li Rêberê me tên xwarin em qebûl nakin. Tecrîda li ser Rêber Apo, li ser hemû Kurdan û mirovahiyê ye. Dijmin ji fikir û felsefeya Rêber Apo ditirse. Ji wê boneyê rêbazên derqanûnî li ser Rêber Apo disepîne. Em ji dijmin re dibêjin; ‘Hûn nikarin gel û Rêber Apo ji hev û din qut bikin.’ Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe têbikoşin.”
Civîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.