Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Dûîsbûrgê hatin bibîranîn

Berxwederên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, bi boneya 41’emîn salvegera çalakiya xwe li Dûîsbûrgê hatin bîranîn.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), bi boneya salvegera 41’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DTKM) çalakiya bibîranînê hat lidarxistin.

Kurdistaniyên li Dûîsbûrgê tevlî bibîranînê bûn. Di bîranînê de hat diyarkirin ku kevneşopiya berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê, roja ku binyatên têkoşîna azadiya Kurdistanê hate avêtin, mohra xwe li dîrokê xist. Di axaftinên li ser navê DTKM’ê û Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) de hate diyarkirin ku berxwedana zindana Amedê şêwe daye têkoşînê û hat gotin ku sala 1982’an ji bo Kurdan mîlad û serdemeke ku pêşketinên mezin lê qewimî ye.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê hat nîşandan û çalakî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.