Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Bordeaûxê hatin bibîranîn
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) a Bordeaûxê şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) a Bordeaûxê şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM), şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Bibîranîna 14’ê Tîrmehê bi rêzgirtinê dest pê bû.
Di bîranînê de siyasetmedar Cûma Tak axivî, diyar kir ku PKK’ê li dijî êrîşên dermirovî, qetlîam û êşkenceya di zindana Amedê de pir li ber xwe daye. Tak destnîşan kir ku berxwedana bi Mazlûm Dogan dest pê bûye, bi çalakiya Çaran û rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê berdewam bûye.
Bernameya bibîranînê ku nêzîkê 2 saetan berdewam kir, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.