Şehîdên 14’ê Tîrmehê li bajarên Swîsreyê hatin bibîranîn

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz, li gelek bajarên Swîsreyê hatin bibîranîn.

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û rêxistinên ciwanan TCŞ û TekoJin ve, li bajarên Aaraû, Lozan, Cenevre, Basel, St Gallen, Zurîh û Solothûrn ên Swîsreyê bi çalakiyan hatin bîranîn.

AARAÛ

Li kantona Aaraû ya Swîsreyê ji bo bîranîna Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, çalakiyek hat lidarxistin. Çalakiya ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DTKM) ya gundê Lenzbûrgê pêk hat, gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Bername bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir û bi li ser axaftinên wate û girîngiya berxwedana 14’ê Tîrmehê û nîşandana sînevîzyonê dewam kir.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo gihandina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd heta roja îro pir girîng e û hat gotin ku ev ruh îro bi pêşengiya berxwedana gerîla li Zap, Avaşîn, Metîna û tevahiya Kurdistanê didome.

Piştî axaftinan name û helbesta Şehîd Mehmet Hayrî Dûrmûş ku cara yekemîn hate weşandin, hate xwendin.

Çalakî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

LOZAN

Di çalakiya bîranînê ku bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), TCŞ û TekoJIN’ê ve li Lozanê hat lidarxistin de gelek kes beşdar bûn.

Bîranîn di şexsê berxwederên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê KOMAW’ê Welat Erbey mafê axaftinê girt û got ku bi têkoşîna çekdarî ku ji bo bersivbûna ji Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin hatiye destpêkirin, li tevahiya Kurdistanê bi vî ruhî têkoşîneke mezin hatiye dayîn.

Di bîranînê de sînevîzyona nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkîldarî Rojiya Mirinê ya Mezin û şahidiya Sakîne Cansiz û Mustafa Karasu yên têkîldarî pêvajoyê hate nîşandan.

Piştre Hevseroka CDK’ê ya Lozanê Hatîce Kandal û li ser navê TCŞ’ê Omer Rizvanoglû axivîn.

SOLOTHÛRN

Li Solothûrnê şehîdên 14’ê Tîrmehê bi çalakiyeke hatin bibîranîn. Di bîranînê de li ser navê CDK’ê Mahîr Dersim axivî û got: “Ruhê 14’ê Tîrmehê îro belavî li her derê bûye. Dijminê faşîst dizane ku hewldanên tecrîd û teslîmgirtinê wê tu carî negihe armanca xwe. Gelê Kurd wê tu carî tecrîda li ser Rêbertiya xwe qebûl nekin.”

Li ser navê TCŞ’ê jî Baran Mêrdîn mafê axaftinê girt û anî ziman ku 14’ê Tîrmehê ji bo hemû ciwanên Kurd rojeke girîng a berxwedanê ye û got: “Çawa ku li hemberî êşkence, înkar û teslîmiyetê berxwedaneke mezin hat kirin, em soz dikin ku vê berxwedanê mezin bikin.”

CENEVRE

Di çalakiya li Cenevreyê de li ser navê KOMAW’ê Riza Çetînkaya axivî. Çetînkaya diyar kir ku têkoşîna pêşengên berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê hiştiye ku têkoşîn heta îro bidome. Piştî axaftinan sînevîzyon hat nîşandan.

Piştî banga tevlîbûna meşa girseyî ku di çarçoveya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê di 22’ê Tîrmehê de bê lidarxistin, bi dawî bû.

ZURÎH

Kurdistanî li bajarê Zurîhê lehengên Berxwedana 14’ê Tîrmehê bibîranîn.

Endamê Dîwana CDK-S’ê Emrûllah Bingul di bîranînê de axivî û wiha got: “Em di şexsê Şehîdên 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê xwedî li armancên wan derkevin.”

Bîranîn bi axaftinên li ser navê saziyan dewam kir û piştî nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

 ST GALLEN

Li St Gallenê jî Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Çalakiya bîranînê li lokala CDK’ê hat lidarxistin. Siyasetmedar Adil Amed di bîranînê de axivî.

Adil Amed got: “Bi saya şehîdên 14’ê Tîrmehê serê me bilind e. Piştî berxwedana Mazlûm Dogan ya li Zindana Amedê, bi saya Çaran û Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, li dijî zilma heyî hat derketin. Bingehên qonaxa ku em îro hatine, bi berxwedana Zindana Amedê hatin avêtin.”

Bîranîn, piştî guhdarkirina helbest û nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

BASEL

Bi tevlîbûna gelek kesan li DKTM ya Baselê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Mîne Nazarî di bîranînê de axivî û got: “Bi sata lehengên vê berxwedanê gelê Kurd îro hebûna xwe ji tevahiya cîhanê re îsbat kir û têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê didomîne.”

Bîranîn, piştî guhdarkirina helbest û nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.