Li Darmstadtê Şehîdên 10’ê Adarê û 8’ê Hezîranê hatin bibîranîn

Di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê de gerîlayên ku 10’ê Adarê û 8’ê Hezîrana 2023’an de şehîd bûne, li Darmstadtê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Gerîlayên ku 10’ê Adarê û 8’ê Hezîrana 2023’an de şehîd bûne, di şexsê Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bajarê Darmstad ê Elmanyayê hatin bîranîn. Çalakî bi pêşengiya Komeleya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin.

Çalakiya bîranînê ji bo Sînan Dijwar (Fehmî Ogmen), Mazlûm Koçer (Mehmet Salih Çakal) û Ararat Tolhildan (Ahmet Mûhammed Alî) ên 10’ê Adara 2023’an de şehîd bûne û Xemgîn Serhed (Samî Ozdemîr) û Bahoz Farqîn (Umît Korkmaz) ên di 8’ê Hezîrana 2023’an de li Licêya Amedê di şerê di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên HPG/YJS-Starê de şehîd bibûn, hat organîzekirin. Kurdistaniyên li Darmstadtê, siyasetmedar Kemal Aktaş, Faysal Sariyildiz û Endamê Desteya Rêveber a KOMAW’ê Lokman Arslan tevlî çalakiyê bûn.

Kemal Aktaş ewil di bîranînê de axivî û bal kişand ser bandora 41 salan a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û wiha got: “Berxwedana kadroyên pêşeng ên PKK’ê Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek, Kemal Pîr û Akîf Yilmaz, di dîroka Kurdistanê de serdema ronakbûnê ye.”

Bavê Xemgîn Serhed ê 8’ê Hezîrana 2023’an de şehîd bû, Mehmet Ozdemîr bi rêya telefonê tevlî bîranînê bû û qala têkoşîna kurê xwe kir. Nasê Xemgîn Serhed Bîlal Ozdemîr û nasê Sînan Dijwar Enver Ogmen jî axivîn û diyar kirin ku ew ê layiqî keda şehîdan bin.

Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.