Şehîd Zîlan li Rûsyayê hat bîranîn
Çalakvana fedayî Zeynep Kinaci (Zîlan) li Rûsyayê hat bîranîn.
Çalakvana fedayî Zeynep Kinaci (Zîlan) li Rûsyayê hat bîranîn.
Li Komara Adîgey ya eyaleta Kransnodar a Rûsyayê çalakvana fedayî Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn.
Merasîma bîranînê li Mala Kurdan a Adîgeyê hat lidarxistin. Bîranîn bi deqeyekî rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre sînevîzyona li ser jiyana Zeynep Kinaci hat nîşandan.
Endama Meclîsa Organîzasyona Zagros Kubare Şade di bîranînê de axivî.
Di axaftinên bîranînê de wiha hate gotin: “Xeta fedayî ya ku îfadeya ruhê lêhengiyê yê têkoşîna bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, bi çalakiya Zeynep Kinaci re çewaniyek nû bi dest xist, bû kabûsa dijminên Kurdan.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku bi saya ruhê fedayî xwebaweriya gelê Kurd zêde bûye.