Şehîd Dilşêr Şengalî li Helsîngborgê hate bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Dilşêr Şengalî ku 17’ê Nîsanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li bajarê Helsînborg ê Swêdê hate bibîranîn.

Gerîlayê HPG'ê Dilşêr Şengalî (Helbest El Şêx) ku ji Swêd beşdarî nava refên gerîla bibû, 17’ê Nîsana 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû. Di 14'ê Hezîrana îsal de tevî du gerîlayên bi navê Tîrêj Roj (Seîd Dexîl Reşo) û Botan Kobanê (Ocalan Bekrî) ji hêla HPG’ê ve şehadeta wan ji raya giştî re hatibûn ragihandin. Şehîd Dilşêr li bajarê Helsîngborg ê başûrê Swêdê bi merasîmekê hate bibîranîn.

Bîranîna ku bi pêşengiya saziya malbatên şehîdan ve di saet 15:00'an de hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de sersaxî ji malbata Şehîd Dilşêr re hate xwestin. Di bîrana ku dayîk, xwişk û bavê şehîd Dilşêr jî amade bûn de, li ser navê malbatê Şêx Elî ku bavê şehîd Dilşêr e, axivî. Şêx Elî diyar kir ku beriya çend salan ji ber zilm û zora dijmin wan koçî Swêdê kiriye û wiha got: “Ez serbilindim ku lawê min vegeriya ser axa pîroz, li ser riya rastî û heqîqetê canê xwe fedayî gelê xwe kiriye. Ez îro dibînim ku bi saya lawê xwe, ez bûme xwedî nasnameyeke pîroz. Ev yek ji bo min û malbata min û civaka me ya Êzidî cihê şanazî û serbilindiyê ye. Em dizanin ku riya şoreşê riyeke dirêj e û gelek berdêlên mezin dixwaze. Weke gelek pêşengên Êzidxanê, ew jî riya oxirê hilbijart. Lazime em weke gel û weke gelê Kurd a li ser ola Êzidî berjewendiya, netewa Kurd û yekitiya gel bingeh bigirin. Ne top ne tank, ne sêdare ne jî tirsandina gelê Kurd nikare gel bitirsîne û têk bibe, tek tiştê ku dikare me xurt bike, yekitiye û xebata li ser doza şehîdane. Serşorî û neman ji bo xayînên Kurdistanê, her bijî Kurd û Kurdistan. Ez weke bavê şehîd, li ser navê malbata xwe spasiya NCDK-Swêd dikim ku bîranîn û xwedîderketineke wisa mezin ji bo zarokên me danîne.”

Her wiha di axaftinên hatin kirin de bal hat kişandina ser komkujiyên ku di dîrokê de bi serê xelkê Êzidî hatî û bang li ciwanên Ewropa hat kirin ku bibin şopdarê rêya şehîd Dilşêr Şengalî.

Di bîranînê de bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bimre îxanet” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.