Asya Kanîreş (Kadriye Tetîk), Azad Şergeş (Thomas Johann Spîess) û Koçer Medya (Diyako Saîd) ên ku 15’ê Hezîranê li Xakurkê şehîd bûbûn, li paytexta Awusturya Viyanayê bi çalakiyeke hatin bibîranîn.
Bîranîn li DEM-KURD’ê hate lidarxistin û gelek Kurdistanî tevlî bûn. Çalakiya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevalên Azad Şerger qala wî kirin û wiha gotin: “Em ê kên û hevrêtiya Azad ji bîr nekin. Li Viyaneke bandor li gelek kesan kir. Çalakiyên bi pêşengiya Azad Şergeş, tim bi ser ketî bûn. Dema em pê re dirûniştin û çay vedixwarin ji me re qala felsefeya Rêber Apo dikir. Ji me re qala dîroka Kurdistanê, qirkirin û girîngiya zimanê dayikê dikir. Em ê hevrê Azad ku rêya me ronî kir tu car ji bîr nekin. Hevrêyekî ku ji fêrkirinê bêzar nedibû. Em ê tola wî û hemû şehîdên şoreşê hilînin.
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser her sê şehîdan hatibû amadekirin, hat temaşekirin. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.