Însîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag û Er bang kirin

Însîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê bal kişand ser rewşa Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin.

Însîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê ku li Swîsreyê hat avakirin, têkîldarî Mazlûm Dag û Abdurahman Er ên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn û ji 18’ê Gulanê ve li Girtîgeha Hewlêrê ya Herêma Federal a Kurdistanê di greva birçîbûbê de ne, daxuyanî dan.

‘REWŞA TENDURISTIYA DAG Û ER HER KU DIÇE XIRAPTIR DIBE’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên ku li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne, li hemberî li xwekirina cilên bi yek tîp, kiryarên xirap û pêkanîna hucreya yek kesî, 44 roj in di greva birçîbûnê de ne. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xiraptir dibe. Xizmên Dag û Er diyar kirin ku  vîtamîna B1 ya ku divê ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê de ne bê dayîn, nayê dayîn û anîn ziman ku gelek kîlo dane û dema dirabin serxwe zehmetî dikêşin. Her wiha ragihandin ku ew nikarin xwe bigihînin rayedarên girtîgehê û hewldanên parêzeran jî bê encam dimînin.”

BANGA HESTIYARIYÊ

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku parastina ewlekariya girtiyan mafê herî bingehîn ê mirovan e û wiha hate gotin: “Em Komîteya Li Dijî Darvekirinê em ji rayedarên girtîgehê dixwazin ku dawî li pêkanînên xîrab û binpêkirinên mafan ên li ser Er û Dag bînin. Em bang li raya giştî dikin ku li ser mijarê bi hestiyar bin.”