17 welatan piştgirî dan projeya Mertala Hewayî ya Ewropayê

Ji bo projeya 'Mertala Hewayî ya Ewropayê' ku Elmanya pêşengiyê jê re dike, Awûstûryayê jî piştgirî da. Bi vî rengî 17 welatan piştgirî dan projeyê, lê Fransa tevlî nebû.

Awûstûrya ku weke welatê Notr tê nirxandin, roja Şemiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku nêta wan heye tevlî projeya Mertala Hewayî ya Ewropayê (European Sky Shield) bibe ku Cotmeha 2022'an de ji aliyê Elmanyayê ve hatibû destpêkirin.

Serokwezîrê Awûstûryayê Karl Nehammer daxuyaniyek weşand û bal kişand ser "gefa ku zêde bûye" û got, "Li dijî rîska êrîşên bi fuzeyan û droneyan em ê welatê xwe biparêzin, tedbîran werbigirin."

Li gorî Nehammer ev biryara Awûstûrya ku ji sala 1995'an û vir ve endamê Yekîtiya Ewropayê ye, 'bêaltîtiya welêt' têk nabe.

Serokwezîr got, "Ti dewleteke Ewropayê qada xwe ya hewayî nikare bi tena serê xwe li hemberî gefên nû biparêze". Wezîra Parastinê Klaûdîa Tanner jî got, "Gaveke girîng a dîrokî ye."

Heta niha 17 welatên Ewropayê piştgirî dane projeyê ku 16 ji wan endamên NATO'yê ne. Di nava van de Qraliyeta Yekbûyî, welatên Baltik, Belçîka, Hollanda, Fînlandiya, Norwêc û Swêd hene ku dixwaze bibe endamê NATO'yê.

Di çarçoveya projeyê de tê xwestin ku ji bo menzîla kin sîstema Îrîs-T a Elman, ji bo menzîla navîn Patrîot a Emerîkî û ji bo menzîla dirêj jî sîstema Emerîka-Îsraîlê ya Arrow-3 bi rengekî hevpar bêne kirîn.

Fransa, Îtalya û Polonya xwe nadin ber vê projeyê. Fransa li ser sîstemeke parastina hewayî ya serwer a ji Ewropayê israr dike.